Meha Remezanê dê di sala 2030an da du caran dest pê bike û di salekî da 36 roj rojî bê girtin
Ankara
FIRAT TAŞDEMÎR - Li gor hesabên meha qemerî ya Serokatiya Lijneya Bilind a Karên Dînê ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê rojiya remezanê di sala 2030an da 36 roj bê girtin.
Meha remezanê di 2030an da dê du caran dest pê bike û remezana ewil dê 5ê rêbendana 2030an da dest pê bike û di nav heman salê da dawiya salê di 26ê rêbendanê da remezana duyemîn dê dest pê bike û 2031an da temam bibe.
bi vî awayî di nav heman salê da di ya ewil da 30, di ya duyemîn da 6 dê bi tevahî 36 roj rojî bê girtin.
- "Ev çerx dê di 32-33 salan carek çêbe"
Astronoma Lijneya Bilind a Karên Dînê Humeyra Nur Îşlekê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li gor teqwîma hicrî di 32-33 salan carek meha remezanê di nav salekî da du caran dest pê dike.
Îşlekê diyar kir ji ber ku salnameya hicrî her sal 10-11 roj pêş va tê ev yek çêdibe û got ku "Bi vî awayî hemû meh li sala miladî digerin. Di sala 2030an da meha remezanê dê di 5ê rêbendanê da dest pê bike û 30 roj rojî bê girtin. Di dawiya salê da di 26ê kanûnê da remezan dê dîsa dest pê bike û 6 rojên din rojî bê girtin. Lewra 30 roj serê salê, 6 roj jî dawiya salê dê di nav salekî da 36 roj rojiya remezanê bê girtin."
Îşlekê got ku di nav salekî da du caran destpêkirina remezanê tenû 2030an da çênabe û wiha axivî:
"Dema em li rabirdûyê dinêrin di salên 1900, 1932, 1964 û 1997an da di mehên rêbendan û kanûnê da remezan hatiye û van salan remezanê du caran dest pê kiriye. Me herî dawîn heta 2035an hesabên xwe kirin lêbelê teqrîbî dê di salên 2062-2063yan da ev çerx dîsa dubare bike. Paşê jî dê 32-33 salan carek wiha be."
Îşlekî da zanîn ku di malpera "vakithesaplama.diyanet.gov.tr" ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê da lîsteya hemû rojên dînî yên di navbera 1900 û 2035an da cî digire.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
