Tirkiye

Mamosteyê Artvînî Taner li çoltera Agiriyê du zeviyên beyar ajotin

Abdullah Söylemez  | 20.06.2022 - Rojanekırın : 21.06.2022
Mamosteyê Artvînî Taner li çoltera Agiriyê du zeviyên beyar ajotin

Ağrı

 Mamosteyê Artvînî Taner Yildiz ku li Dutaxa navçeya Agiriyê peywirê dike, li gundê Esmerê 30 donim erdê ku nayê ajotin, ji xwediyê erd destûr sitand û gilgil û genim ajot.

Mamosteyê hunerên dîtbarî Yildiz ku di Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê da wekî kordînatorê projeyê kar dike û her wiha beşdarî hin perwerdeyên têkildarî çandiniyê bû û sertîfîka sitand, xebatek da destpêkirin ku tovê genim ê ji bav û kalan maye yê resen ê Anadoluyê bireşîne.

Yildiz di vê çarçoveyê da bo demeke dirêj lêkolîn pêk anî û hîn bû ku li gundê Esmerê du zevî hene ku xwediyê wan 8 sal e najon.

Yildiz ji xwediyê wan destûr sitand û 18 dekar erd kir tîrê sîyezê yê ku ji Kastamonuyê anî, di 12 dekar erdî da jî gilgil û hin sebzeyên din danî.

Yildiz dixwaze tovê genimê siyez zêde bike û li herêmê belav bike û ji bo vê jî dê genimê ku ji zeviyê were, li şêniyên gund belav bike.

Mamoste Yildiz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li welêt qadên pir berfireh ên çandiniyê hene û her wisa xaka Herêma Rojhilatê Anadoluyê xakeke pir berhemdar e û wiha dewam kir:

"Digel ku ne memleketê min e, min ji dostên me yên li vir erd xwest ku em çandiniyê bikin. Me biryar da ku em li vir çandiniyeke domdar bikin. Min tovê genimê siyezê yê ku bav û kalên me bi hezaran sal in diajon, çandin. Ev cinsê genim, cinsekî pir berhemdar e û li gorî erdê her çiqas biguhere jî ji yekî bîst ber û berhemê dide."

Yildiz her wisa bal kişand ku di çandina genimê siyezê da pêdivî bi tu derman û gubreya kîmyayî tuneye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın