Malbatên Mûşî yên ku dixwazin bigîhîjin ewladên xwe, çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand
Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe, her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê tên bal hev, vê hefteyê jî çalakiya xwe domand.
Dê û bavan pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" hatiye nivîsandin, vekirin û bang li zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Halît Altunê ku tevlî çalakiyê bûye ji endamên çapemeniyê re got ew 12 sal in têdikoşîne dide ku bigîhîje kurê xwe.
Altun anî ziman ew bi biryar in ku çalakiyê bidomînin û wiha got: "Kurê min, heke hûn dengê me dibihîzin werin teslîm bibin. Di demeke zûtirîn da hûn jî ji van qanûnan sûdê werbigirin û em jî sûdê werbigirin. Xêra wê derê ji me ra tune. Xêra mirovên li wir ji me ra tune. Were li cem miletê xwe, dewleta xwe, mala xwe û ocaxa xwe. Guh bidin me."
Dayik Gulbahar Tekerê jî wiha got: "Ez dayika Mehmet Emîn im. Di vê pêvajoyê da bila zarokên me bên û teslîm bibin. Em zarokên xwe dixwazin. Bila zarokên me bînin."
