Tirkiye

Mahmut Ustaosmanoglu hat definkirin

Mehmet Ali Derdiyok, Mücahit Türetken  | 24.06.2022 - Rojanekırın : 25.06.2022
Mahmut Ustaosmanoglu hat definkirin

Istanbul

 Mahmut Ustaosmanogluyê alim ku li Stenbolê ji ber nexweşiya gurçikan di 93 saliya xwe da wefat kir, hat definkirin.

Ji bo Mahmut Ustaosmanoglu li Mizgefta Fatîhê piştî nimêja înê merasima cinaze hat lidarxistin.

Piştî ku nimêja cinazeyê Ustaosmanoglu hat kirin, bi tekbîran birin goristana Edirnekapiyê. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî nimêja cinaze bû.

Dema ku cinaze ji Mizgefta Fatîhê bi rê xistin firokeya polêsan ji hewa va tevdîra ewlehiyê hilda.

Dema ku welatî ketin goristanê, hatin kontrolkirin.

Cinazeyê Ustaosmanoglu li goristana Edirnekapiyê li kêleka Alî Haydar Efendiyê xoceyê wî hat definkirin. Piştî definkirinê li ser qebra Ustaosmanoglu Qur'an hat xwendin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.