Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Şewata li daristanên Marmarîsê bi rêjeyeke mezin ket bin kontrolê"

Serokomar Erdogan ragihand şewata ku li Fethiye, Koycegiz û Seydikemerê derketibû bi rêjeyeke mezin ket bin kontrolê. Cumhurbaşkanı Recep Tayyip Erdoğan, Marmaris Değirmenyanı Mevkii’ndeki yangın koordinasyon merkezinde açıklamalarda bulundu.

Ferdi Türkten  | 24.06.2022 - Rojanekırın : 25.06.2022
Serokomar Erdogan: "Şewata li daristanên Marmarîsê bi rêjeyeke mezin ket bin kontrolê"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand şewata ku li Fethiye, Koycegiz û Seydikemerê derketibû bi rêjeyeke mezin ket bin  kontrolê.

Erdogan li navenda kordînasyona şewatê ya li dehma Degirmenmeydaniya Marmarîsê daxuyanî dan.

Serokomar Erdogan anî ziman ku şewata ku li Fethiye, Koycegiz û Seydikemerê derketibû bi rêjeyeke mezin ket bin kontrolê û got, "Beriya her tîştî, ji bo ku ji welatiyan ti kes nemiriye û wenda nebûye em kêfxweş in. Înşelleh emê bi xebata çandina daran kêmasiyên li vê herêmê bi lezgînî ji holê rakin."

Erdogan ji bo wî kesê tê îdiakirin agir berdaye daristanê got, "Ez dibêjim serî digihije kuderê, ber bi îdamê, divê îdam be. Ev mijareke bi nîqaş e, divê em li ser bisekinin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.