Maher Zain di çalakiyên "Li Kuliyeyê Remezan"ê da konser da
Ankara
Maher Zainê stranbêjê Swêdî yê ku bi eslê xwe ji Libnanê ye, di çarçoveya çalakiyên "Li Kuliyeyê Remezan"ê da konser da hunerhezên şêniyên paytextê.
Zain bi berhemên xwe yên şêwazê îlahî û ezgiyan va li tevahiya dinyayê gelek tê guhdarîkirin. Zain li Navenda Kongreya Milet û Çandê ya Kuliyeya Serokomariyê konser da û di konserê da repertuwara ku li ser menewiyata remezanê disekine, pêşkêş kir.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemir Goktaş jî beşdarî konsera Maher Zain bû û pê ra îlahî gotin.
Di konserê da îlahiyên wekî "Assalamu Alayka" hatin gotin û guhdaran ecibandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
