MÎTê qaşo ji berpirsiyarên PKK/KCKya rêxistina terorê Serkan Nazlier berteref kir

Ankara
Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Serkan Nazlierê ku di kategoriya sor a lîsteya kesên ku ji ber terorê li wan digerin da ye û qaşo berpirsiyarê Hekariyê yê PKK/KCKya rêxistina terorê ye, bi operasyonê berteref kir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, terorîst Nazlierê ku kodnavê wî "Sefkan Amed" e, plankarê çalakiyên terorê yên ku li Tirkiyeyê tên kirinê ye û berpirsiyarê kifşkirin û beralîkirina terorîstên ku wê êrîş bikirana bû.
Cihê Nazlierê ku di lîsteya hedefê ya pêşîn a MÎTê da cih digirt, piştî xebatên li devera çiyayî ya Xwakurka Iraqê hat tesbîtkirin. Nazlier bi operasyonê hat berterefkirin.
Nazlier di kategoriya sor a lîsteya kesên ku ji ber terorê li wan digerin da bû û di nava plankarên êrîşa bi roketan a ku di 2019an da li bakurê Iraqê dijî herêma baregeh a Artêşa Tirkiyeyê hat kirin da jî cih digirt.