Lijneya berfireh a Ûris wê îro bê Enqereyê
Ankara
Tê payîn ku Lijneya Ûris a ji 20 kesî pêk tê îro bê Enqereyê û ji bo xebatên teknîkî yên piştî agirbesta li Qerebaxê pêk hat wê bên kirin hevdîtinan bike.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar gotibû ku wê ji Rûsyayê heyeteke mezin wê bê Enqereyê û li ser kar û xebatên ku piştî agirbesta li Qerebaxê çêbû, bên kirin da wê hevdîtinan bike.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan heyeta Ûris a ji 20 kesî pêk tê wê îro bê Tirkiyeyê.
Tê payîn ku heyet hevdîtinên ewil li Wezareta Karên Derva bike û piştî nîvrojê jî derbasî Wezareta Parastina Neteweyî bibe û hevdîtinên teknîkî jî li wê derê bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.