Li Îzmirê wesayît û pîqabek li hev qelibîn, 6 kes birîndar bûn
Izmir
Li Odemîşa navçeya Îzmirê wesayît û pîqabek li hev qelibîn, jê 3 zarok, 6 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Aytun A. (32) û plaqeya wê 45 ZA 7446 li ser rêya Odemîş-Îzmirê bi pîqaba ku şofêrê wê Gencay A. û plaqeya wê 35 AZT 275 e qelibî.
Li ser cabdayînê cendirme û ekîbên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da şofêrê wesayîtê Aytun A, jina wî Ayşe A. (26), zarokên wan Oyku A. (6) û Aras A. (3) û Çagla A. (25) û Çagla Lîna A. (3) yên ku di piqabê da bûn birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Odemîşê û hat ragihandin ku rewşa wan ne giran e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
