Tirkiye

Li Îzmirê du serwîsên karkeran li hev ketin û 13 kes birîndar bûn

Kamil Tekmen, Ahmet Bayram  | 24.11.2025 - Rojanekırın : 24.11.2025
Li Îzmirê du serwîsên karkeran li hev ketin û 13 kes birîndar bûn Kamil Tekmen

Izmir

ÎZMÎR (AA) - Li Kemalpaşaya navçeya Îzmirê otobusa ku karkerên fabrîkayê tê da bûn û minîbus li hev ketin û 13 kes birîndar bûn.

Minîbusa ku Resul T. diajot, plaqeya wê 35 CTE 481 e û karker dibirin fabrîkayên navçeyê û otobusa ku Hîkmet Ç. (55) diajot, plaqeya wê 45 AUS 294 e, li Çaryana Herêma Sanayiya Organîze ya Bagyurdu ya li ser rêya Turgutlu-Îzmirê li hev ketin.

Li ser êxbarê ji Kemalpaşa û Turgutluya navçeya Manîsayê gelek ambulans, îtfaiye û polês sewqî cihê qezayê kirin.

Li gor tesbîtên ewil di qezayê da 2 jê giran 13 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Kemalpaşa û Turgutluyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.