Tirkiye

Li Îzmirê di êrîşa dijî qereqola polêsan da 2 polês şehîd bûn, polêsek birîndar bû

K.Nyê (32) Îranî yê hat tesbîtkirin ku peywendiya wî bi kiryarê êrîşa biçek a dijî navenda polêsan a li Balçovaya navçeya Îzmirê ra heye, li Esenyurtê hat binçavkirin.

Metin Aydemir  | 08.09.2025 - Rojanekırın : 08.09.2025
Li Îzmirê di êrîşa dijî qereqola polêsan da 2 polês şehîd bûn, polêsek birîndar bû

Izmir

Li Balçovaya navçeya Îzmirê di êrîşa çekdar a dijî qereqola polêsan da 2 polês şehîd bûn, polêsek birîndar bû.

Li gor agahiya ku hat hildan, gumanbarê ku 16 salî ye, bi tivingê gule berda Amirtiya Navenda Polêsan a Salîh Îşgoren.

Di êrîşê da 2 polês şehîd bûn, polêsek birîndar bû.

Polêsê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê.

- Wezîr Yerlîkaya ragihand gumanbarê ku li Îzmirê êrîşî qereqola polêsan kir, hat girtin

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, E.Byê (16) gumanbarê êrîşa çekdar a ku li Îzmirê hat kirin û 2 polês tê da şehîd bûn, 2 polês birîndar bûn, hat girtin.

Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û got, "Serê miletê me sax be" û daxuyand ku li Balçovaya Îzmirê dijî Navenda Polêsan a Salih Îşgoren êrîş hat kirin.

Wezîr Yerlîkaya wiha got:

"Di vê êrîşa menfûr da mixabin Midûrê me yê Ewlehiyê yê Sinifa 1emîn Sermifetîşê Polêsan Muhsîn Aydemir û Polêsê me Hasan Akin şehîd bû, Polêsê me Omer Amîlag giran birîndar bû, Polêsê me Murat Dagli sivik birîndar bû. Rehma Xwedê li şehîdên me yên qehreman be, Xwedê şifayê ji birîndarên me ra bişîne. Gumanbarê bûyerê E.B. (16) hat girtin. Der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin. Raya giştî wê ji geşedanan were agahdarkirin."

- Berşikekî hat tesbîtkirin peywendiya wî bi kiryarê êrîşa navenda polêsan a li Îzmirê ra heye li Stenbolê hat qefaltin

K.Nyê (32) Îranî yê hat tesbîtkirin ku peywendiya wî bi kiryarê êrîşa biçek a dijî navenda polêsan a li Balçovaya navçeya Îzmirê ra heye, li Esenyurtê hat binçavkirin.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê ya der heqê êrîşa biçek a dijî Navenda Polêsan a Balçovayê da berdewam e ku 2 polês şehîd bûn û 2 jê polês 3 kes birîndar bûn.

Di çarçoveya lêpirsînê da hat tesbîtkirin, peywendiya K.Nyê (32) Îranî bi êrîşkar E.B. ra heye.

K.Nyê berşik li Esenyurtê bi operasyona polêsan hat binçavkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın