Li Îzmirê di qezaya trafîkê ya ku 3 wesayît tevlê bûn da kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn

Izmir
ÎZMÎR (AA) - Li Îzmirê di qezaya trafîkê ya ku 2 panelvan û wesayîtek tevlê bûn da kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, tekera panelvana ku şofêrê wê Mustafa Ateş û plaqeya wê 35 BUE 495 e li ser rêya Îzmir-Aydinê li taxa gîşeyên Işikkentê teqiya û şofêr li ser rêya ewlehiyê sekinî.
Şofêr Î.S. yê ku xwediyê panelvana ku plaqeya wê 35 BHR 804 e jî ji bo alîkariyê bike li ser rêya ewlehiyê sekinî.
Di vê navberê da wesayîta ku şofêrê wê Z.S. û plaqeya wê 16 T 81209 li panelvanên ku li rêya ewlehiyê sekinîbûn qelibî.
Li ser cabdayînê cendirme, ekîbên tenduristî û agirkujê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da şofêr Mustafa Ateş mir.
Şofêr Î.S. û 2 kesên di wesayîta wî da bûn û kesekî ku di wesayîta din da bû birîndar bûn.
Şofêrê wesayîtê Z.S. hat binçavkirin.
Hat ragihandin panelvanên ku masî lê hatibûn barkirin diçûn Hala Berên Avê ya Îzmirê.