Tirkiye

Li Îzmirê balafira perwerdeyê ket xwarê û pîlot mir

Melike Balkaya  | 03.09.2025 - Rojanekırın : 03.09.2025
Li Îzmirê balafira perwerdeyê ket xwarê û pîlot mir

Izmir

Li Torbaliya navçeya Îzmirê, balafira perwerdeyê ket xwarê û di encamê da pîlotê balafirê mir.

Li gorî agahiya hat wergirtin, balafira ku ji Balafirgeha Selçuk Efesê bi pîlotê xwendekar ji bo perwerdeyê bi firê ket, ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, li Taxa Kirbaşê ya navçeya Torbaliyê ket nav zeviya gilgilan.

Li ser îxbarê gelek ekîbên îtfaiye û tenduristiyê hatin sewqkirin.

Ekîban tesbît kir ku pîlot miriye.

Diyar bû ku balafir, balafira perwerdeyê ya cure Cessna-172 ya Saziya Hewayî ya Tirk e.

- Ji walîtiyê daxuyanî

Di daxuyaniya Walîtiya Îzmirê ya li ser bûyerê da wiha hat gotin:

"Balafira perwerdeyê ya Saziya Hewayî ya Tirk ya ji Balafirgeha Selçukê rabû, li navçeya Torbaliyê li tanga Kirbaşê serê sibehê têkşikiya. Ekîbên me yên eleqedar bilez gihîştin cihê bûyerê û di vekolîna ewil da diyar bû ku Berfu Hatipogluya Pîlot a bûna wê 1994 e, miriye."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku lêkolîn û lêpirsîna der heqê qezayê da berdewam e.

- 3 meh e perwerdeya pîlotiyê distand

Eşkere bû ku Hatipogluyê di şîrketeke hewayî da wekî karmenda kabînê kar dikir. Hat destnîşankirin, Hatipogluya ku dixwest bibe pîlot, 3 meh bû perwerdeya firînê distand.

Balafira ket nav zeviyê, bi alîkariya vîncê li kamyonê hat barkirin û ji cihê bûyerê hat veguhestin.

Hat diyarkirin ku li ser balafirê dê vekolîna teknîkî bê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın