Mert Murat Yaşar,Sebahatdin Zeyrek
20 Adar 2023•Rojanekirin: 20 Adar 2023
Li Îskenderûna navçeya Hatayê sewiyeya behrê bilind bû û avê da ser hin kolanan.
Li Îskenderûnê bi şev di encama bilindbûna sewiyeya behrê da Qada Abîdeya Ataturk, Bulwara Mete Aslan û Kolana Rêya Qeraxê di bin avê da man.
Ji ber teqalên avê ajokarên hin wesayîtan û her wiha hin peyayan di rê da zehmetî kişandin.
Ahmet Ekerê diyar kir di keştiyekê da dixebite, ji peyamnêrê AAyê ra got ku ji mesaiyê derket, lê ji ber bilindbûna sewiyeya behrê kolan di bin avê da man û lewma ew nikare biçe mala xwe.
Ekîbên Şaredariya Îskenderûnê ji bo texliyekirina ava li ser rêyan, xebat dan destpêkirin.