Tirkiye

Li Îdlibê êrîşî konvoya eskerî kirin

Li Îdlibê dema konvoya eskerî ya Tirkiyeyê întiqalî Ciyê Çavdêriyê yê 9an dikir ji hewayê êrîş anîn ser konvoyê û di êrîşê da 3 sivîl hatin kuştin, 12 sivîl birîndar bûn

Haydar Şahin  | 19.08.2019 - Rojanekırın : 20.08.2019
Li Îdlibê êrîşî konvoya eskerî kirin

Ankara

Hat ragihandin ku li Îdlibê dema konvoya eskerî ya Tirkiyeyê întiqalî Ciyê Çavdêriyê yê 9an dikir ji hewayê êrîş anîn ser konvoyê û di êrîşê da 3 sivîl hatin kuştin, 12 sivîl birîndar bûn. Wezareta Parastina Neteweyî êrîş şermezar kir û xwest ku bira demildest tevdîrên lazim dikin werin hildan.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin: "Li herêma Îdlibê rejim li berevajiyê peyman û mitebeqata me bi Rûsyayê ra çêkirin operasyonên zizrarê didin sivîl û bêgunehan didomîne, ligel hemû hişyariyên me dan meqamên Ûrisan hê dewam dike."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku operasyon li berevajiyê peyman û mitebeqatan tên meşandin û wiha hat gotin:

"Konvoya me derbasî Ciyê Çavdêriyê yê 9an dibû di saet 08.55an da ji hewayê êrîşî konvoya me kirin. Di encama êrîşê da 3 sivîl hatin kuştin, 12 sivîl birîndar bûn. Em vê êrîşa li dijî peymanên çêkirî û hevkarî û diyaloga me bi Rûsyayê ra daniye şermezar dikin. Mafê me yê parastina meşrû heye, ji bo ku carekî dîsa êrîş neyê kirin em li bendê nek u tevdîrên lazim dikin werin hildan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın