IĞDIR
Li Îdirê dijî "Rêxistina Parelel" (Tevgera Fethullah Gulen) operasyon hat lidarxistin û di çarçoveya operasyonê de li 2 dersxane û dibistanek taybet de lêgerîn hat kirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, ekîbên Ewlekariyê yên Bajêr, li Dersxaneya Fem û Pîanalîtîk yên Taxa Sogutluyê û Dibistana Taybet a Îbrahîm Avci de, lêkolîn kirin.
Di çarçoveya operasyonê de tevdîrên ewlehiyê hatin hildan û niha li ser hin belge û amûrên elektronîk yên dibistan û dersxaneyê hûr bûne.