Tirkiye

Li Yalovayê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 3 polês şehîd bûn

Muhammed Nuri Erdoğan  | 29.12.2025 - Rojanekırın : 29.12.2025
Li Yalovayê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 3 polês şehîd bûn

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyona li Yalovayê da ji ber erîşa terorîstên DEAŞî 3 polês şehîd bûn, 8 polês û bekçîyek jî birîndar bûn.

Wezîr Yerlîkaya li Navenda Koordînasyona Ewlehî û Rewşên Acîl a Wezareta Karên Navxweyî (GAMER) der barê operasyona li dijî DEAŞa rêxistina terorê ya li Yalovayê da daxuyanî da.

Yerlîkaya daxuyand ku têkoşîna wan a li dijî rêxistinên terorê yên ku baweriyê ji bo meşrûkirina tundiyê û xirabkirina aramiya gel û pergala giştî bikar tînin, wekî berê bi biryardarî dewam dike.

Wezîr Yerlîkaya diyar kir ku di vê çarçoveyê da li dijî DEAŞa rêxistina terorê di operasyonên ku di vê meha dawîn hatin kirin da 138 şikbar hatin girtin û der barê 97 şikbaran da jî tevdîrên kontrola edlî hatin dîtin.

Yerlîkaya wiha axivî: "Wekî berdewamiya vê biryardariyê, îro sibê li 108 navnîşanên cuda yên li 15 bajaran operasyonên hevdem hatin kirin. Yek ji van operasyonan jî vê sibê di saet 02.00î da li Yalovayê hat kirin. Di operasyona li navnîşaneke li Kuçeya Seherê ya li Taxa Îsmet Paşayê da terorîstên DEAŞî gule li polîsên me yên qehreman reşandin. Mixabin di encama vê êrîşa xayîn da 3 polîsên me yên qehreman şehîd bûn. Di êrîşê da 8 polês û bekçîyekî me jî birîndar bûn."

Wezîr Yerlîkaya got ji ber ku jin û zarok di mala ku terorîst lê bûn da hebûn operasyon bi hesasiyeteke mezin hat kirin, 5 jin û 6 zarokên li navnîşanê bi ewlehî hatin derxistin û wiha dewam kir: "Di pevçûna derket da 6 terorîst hatin kuştin. Ev terorîst welatiyên Tirkiyeyê ne. Operasyon di saet 09.40î da qediya."

Yerlîkaya got rehma Xwedê li şehîdan be, Xwedê sebrê bide malbatên wan ên bi keder, serê Teşkîlata Ewlehiyê û gel sax be û ji bo polês û bekçiyê birîndar bûne jî Xwedê şifayê bide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın