Dinya

Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatine kuştin derket 32 hezar û 552yan

Ekrem Biçeroğlu  | 28.03.2024 - Rojanekırın : 29.03.2024
Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatine kuştin derket 32 hezar û 552yan

Istanbul

Li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 32 hezar û 552yan.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat destnîşankirin ku êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê 174 roj in didomin.

Hat diyarkirin di 24 saetên dawîn da 62 kes hatin kuştin û 91 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 32 hezar û 552yan.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan hejmara birîndaran jî bû 74 hezar û 980.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di bin kavilan da û li keviyên rê hê cinaze hene û ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê ekîbên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivî nikarin cinazeyan derxin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın