Tirkiye

Li Xezeyê alavên ku ji bo teşxîsa vîrusa koronayê pêwîst in diqedin

Li Xezeyê Wezareta Tenduristiyê hişyarî da ku alavên testê yên ku di teşxîsa cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da tên emilandin, dê di nava çend saetan da biqedin û lewma jî banga alîkariyê kir ku ev alav bên dabînkirin.

Önder Beyter  | 07.04.2020 - Rojanekırın : 08.04.2020
Li Xezeyê alavên ku ji bo teşxîsa vîrusa koronayê pêwîst in diqedin

Gazze

Li Xezeyê Wezareta Tenduristiyê hişyarî da ku alavên testê yên ku di teşxîsa cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da tên emilandin, dê di nava çend saetan da biqedin û lewma jî banga alîkariyê kir ku ev alav bên dabînkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da wiha hat gotin, "Em ji bo hemû şaxên eleqedar banga alîkariyê dikin ku alavên testa vîrusa koronayê bên dabînkirin ku vê êvarê ev alav dê li laboratuvara navendî ya li Xezeyê biqedin."

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezeyê Eşref el-Xudra jî di civîna çapemeniyê ya 4ê nîsanê da eşkere kiribû ku li Xezeyê alavên laboratuvarê yên ku ji bo teşxîsa Kovîd-19ê pêwîst in, hindik maye biqedin û lewma jî çend roj şûnda tesbîtkirina weqayan dê ne pêkan be.

Îsraîl ji 2006an vir va Kembera Xezeyê ku qedera 2 milyon Filistînî lê dijîn, ji erd, asîman û behrê dorpêç kiriye. Gelê Xezeyê ku 13 sal e dorpêçkirî ye, ji ber kêmasiyên di warên wekî aborî, tenduristî û perwerdeyê da zehmetiyan dikişînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.