Tirkiye

Li welatê "Keçika Qereçî" hunermendên mozaîkê derdikevin

Li Gazîentabê di Navenda Çand û Hunerê ya Mozaîkên Gazîentabê ya Jale Tekînalpê da çêkirina mozaîkê hînê nifşên nû dikin

Türkan Tosun  | 23.07.2018 - Rojanekırın : 24.07.2018
Li welatê "Keçika Qereçî" hunermendên mozaîkê derdikevin

Gaziantep

GAZÎANTEP

Li bajarê Gazîentabê di Navenda Çand û Hunerê ya Mozaîkên Gazîentabê ya Jale Tekînalpê da çêkirina mozaîkê hînê nifşên nû dikin. Kesên dixwazin hînî hunera mozaîkê bibin li vê navendê perwerdeyê dibînin.

Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê li cîhanê di qada xwe da muzeya herî mezin e û xwedî Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê ye. Ev muzeya li bajêr ji hêla turîstan ve tê ziyaretkirin û di vê muzeyê da mozaîka wek "Keçika Qereçî" tê binavkirin a bûye sembola Zeugmayê û gelek mozaîkên cuda hene.

Çêkirina mozaîka "Keçika Qereçî", berhemên heyama qedîm û mozaîkên modern ên bi kevirên cam va tên çêkirin di vê navendê da tên hînkirin.

Gulçîn Sokucuya Kordînatora Navenda Çand û Hunerê ya Mozaîkên Gazîentabê ya Jale Tekînalpê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand gel eleqeyeke mezin nîşanî qursa mozaîkan dide û got sedema wê ya herî mezin jî tesîra Muzeya Zeugmayê ye.

Sokucu got yên muzeyê ziyaret dikin, der barê mozaîkan de tiştan dipirsin tên qursê û wiha axivî: "Yên bersiva pirsên 'ev mozaîk çawa çêdibin', 'çawa heta roja me hatine' meraq dikin li vir kom dibin. Helbet divê agahiya wan a wêneyan hebe, lewra mozaîk hunera çêkirina wêneyan e. Xwendevanên xwedî agahiyên bingehîn in melzemeyan nas dikin, hînî bikaranîna meqes, kevir û caman dibin. Paşê wek melodiyekî melzemeyan li dû hevdu rêz dikin û mozaîkê çêdikin."

Sokucu anî ziman ew kesên temenê wan ji 16an mezintir in ji bo perwerdeyê qebûl dikin û wiha dewam kir: "Niha 104 xwendekarên me hene. Ew li navendeke têr û tije ya ku li tu devereke Tirkiyeyê tune perwerdeya mozaîkê dibînin. Yên di pola sêyem û çarem de ne hene. Roj wê were ewê bibin akademîsyen. Ewê hunera mozaîkê li gelek deverên Tirkiyeyê belav bikin. Armanca me ew e ku em hunermendên baş bigîhînin. Înşallah emê bigîhîjin armanca xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.