Tirkiye

Li welêt seranserê hefteyê hewa dê têhngerm û bi şilî be

Sibê û roja pêncşemê dê li herêmên rojava û başûr, înê û dawiya hefteyê jî li temamiya welêt dê şilî bibare

Ayşe Karaosmanoğlu  | 27.01.2026 - Rojanekırın : 27.01.2026
Li welêt seranserê hefteyê hewa dê têhngerm û bi şilî be

Ankara

 Li tevahiya welêt vê hefteyê dê hewa têhngerm û bi şilî be.

Cengîz Çelîkê Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê der barê rewşa hewayê da ji nûçegihanê AAyê ra nirxandin kirin.

Çelîk got ku li tevahiya welêt şilî tê payîn û da zanîn ku sibê û roja pêncşemê dê li herêmên rojava û başûr, înê û dawiya hefteyê jî li temamiya welêt dê şilî bibare.

Çelîk diyar kir ku bi taybetî ki herêmên rojava û başûr dê barana gur dewam bike û wiha axivî:

"Roja pêncşem û înê bi taybetî dîsa li Peravên Egeyê û Herêma Behra Spî dê barana gur bê. Şilî niha piranî dê wekî baranê be li piraniya welêt û tenê dê baran li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wek berf bê. Lêbelê dawiya hefteyê bi ketina germahiyê barîna li herêmên navîn dê biguhere şilope û berfê."

Çelîk behs kir ku germahî bi bayên ji başûr va tê derketiye ser asta demsalê û da zanîn ku heta dawiya hefteyê dê li tevahiya welêt germahî ser asta demsalê be û dawiya hefteyê jî 4 an 5 pile bikeve.

Çelîk got ku berfa li navendên bajêran bi bayên ji aliyê başûr va heliyan û wiha axivî:

"Em dikarin bibêjin ku sitûrahiya berfa li navendên kaşûnê di serî da Behra Reş û Herêma Rojhilatê Anadoluyê dîsa gelekî zêde ye. Li Palandokena Erziromê dora 2 mêtroyan e û li rojava li Kartalkayayê 180 santîm, li Erciyesê 120-130 santîm berf heye."

- Rewşa hewayê ya li 3 bajarên mezin

Çelîk qal kir ku şiliya li 3 bajarên mezin dê seranserê hefteyê dewam bike û li Îzmirê taviya baranê ya bi birqetav tê payîn û germahî dê di navbera 15 û 17 pileyan da be.

Çelîk diyar kir ku li Enqereyû şilî dê dewam bike û dawiya hefteyê jî dê gur bibe.

Çelîk da zanîn ku li Stenbolê dê seranserê hefteyê berf bê û dawiya hefteyê germahî dê heta 6 pileyan dakeve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın