Tirkiye

Li Wanê û li Bingolê bi hezaran kesî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê protesto kir

Orhan Sağlam, Nevzat Umut Uzel, Necmettin Karaca  | 07.10.2025 - Rojanekırın : 07.10.2025
Li Wanê û li Bingolê bi hezaran kesî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê protesto kir Rüştü Nesip Çiftçi

Van

Li Wanê bi hezaran kesên beşdarî meşên hatin lidarxistin bûn bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê dan.

Li Wanê welatiyên ku bi pêşîkêşiya Platforma Piştgieriya Filistînê li Kent Parka li navçeya Îpekyoluyp civiyan bi alayên Tirkiye û Filistînê va dirûşme berz kirin û heta Meydana Bajêr meşiyan.

Mamoste Emrah Atîşê Wanî yê ku di Koalîsyona Fîloya Azadiyê ya ber bi Xezeyê va derketiye rê da cî digire ji keştiyê bi dîmen geriya û axaftinek kir.

Piştî sînevozyina Xezeyê û xwendina Qur'ana Pîroz akademîsyenê Filistînî û rojnamevan Dr. Zahîr Elbek daxuyanî dan û got ku Wanî ji bo ku bertek nîşanî komkujiya li Xezeyê bidin kom bûn.

Elbek li ser navê Xezeyiyan spasiya bi hezaran kesên civiyan kir û wiha axivî:

"Ez ji Xezeyê me û li wir birîndar bûm. Di komkujiya ku niha dewam dike da ji malbata min 20 kes şehîd ketin. Ez dixwazim ku li ser navê Xezeyiyan we hembêz bikim. Birayên me yên Filistînî jî ji we hez dikin. Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî dewam bike. Dijmin dema serokên me û eskerên me qetil dikin pîrozbahiyê dikin lê ew nemirin, şehîd ketin. Wan ji bo rizaya Xwedê û Filistîna azad şer kirin. Em bi wan serbililind in."

Li Ercîşa navçeya Wanê jî ji bo piştgiriya Filistînê meşiyan û daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Nûnerên saziyên civakî yên sivîl û welatî beşdarî meş û daxiyaniyên çapemeniyê bûn.

- Li Bingolê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hatin protestokirin

Li Bingolê ji bo protestokirina êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê meş hat lidarxistin.

Welatiyên ku bi pêşîkêşiya saziyên civakî yên sivîl li Mizgefta Hecî Xidir kom bûn piştî nimêja mexrebê heta otoparka Şaredariya Bingolê meşiyan.

Beşdarvan bi alayên Tirkiye û Filistînê tekbîr anîn û dirûşmeyên dijî Îsraîlê berz kirin.

Serokê Şaxa Bingolê ya Egîtîm-Bîr-Senê Yunus Kava di bernameyê da axivî û got ku li Xezeyê drameke mirovahiyê diqewime.

Kava got ku "Ey kesên hember komkujiyê deng nakin, qetlîamê ra deng nakin, dîrok dê we hemûyan bidarizîne, hûn dê wekî rûreşiyekî bimînin. Hûn dê wekî kujerên ku şeht li aştiyê didin bên bibîranîn."

Bername bi diayên hatin kirin bi dawî bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın