Tirkiye

Li Wanê terorîstekî PKKyî bi qanîkirina cendirmeyan teslîmî hêzên ewlekariyê bû

07.08.2020 - Rojanekırın : 07.08.2020
Li Wanê terorîstekî PKKyî bi qanîkirina cendirmeyan teslîmî hêzên ewlekariyê bû

Van

 Li Wanê terorîstekî PKKyî di encama xebatên qanîkirinê yên cendirmeyan meşand da teslîmî hêzên ewlekariyê bû.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku terorîstekî di sala 2015an da tevlî PKK/KCKya rêxistina terorê bibû piştî qanîkirina cendirmeyan teslîm bû.

Kek û bûka terorîst li Fermandariya Cendirmeyên Edremîtê bi wî ra hatin ba hev. Hat ragihandin ku terorîst ji malbatê ra qala poşmanbûna xwe kir û bangî endamên rêxistinê kir ku bira teslîmê dewletê bibin.

Di daxuyaniyê da cî dan daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr a li ser mijarê.

Di daxuyaniyê wiha hat gotin:

"Di çarçoveya xebatên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ên ji bo qanîkirina endamên PKK/KCKyê da bi endamekî rêxistina terorê û malbata wî ra xebatên qanîkirinê hatin meşandin, terorîst di 30yê tîrmehê da li Deriyê Hidûd ê Şirnex/Silopiyê teslîm bû. Di encama xebatên îqnakirinê da di sala 2019an da 24, di sala 2020î da 7, bi tevahî 31 endamên rêxistinê teslîm bûn."

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku xebatên ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiya welatiyên herêmê bi piştgiriya gelê herêmê va bi hêzdarî dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın