Tirkiye

Li Wanê polêsan di hefteyekê da 299 koçberên bêdestûr girtin

Emre Ilıkan  | 13.09.2021 - Rojanekırın : 13.09.2021
Li Wanê polêsan di hefteyekê da 299 koçberên bêdestûr girtin

Van

 Li Wanê di hefteyeke dawîn da 299 koçberên bêdestûr hatin girtin, bi hinceta ku organîzator in der heqê 15 gumanbaran da miemele dan destpêkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr hat dayîn, li tevahiya bajêr ji bo deşîfrekirina kesên ku "qaçaxcîtiya koçberan û bazirganiya merivan" dikin û ji bo girtina koçberên bêdestûr wezîfedarên Midûriya Şaxa Deriyên Hidûd û Qaçaxcîtiya Koçberan xebatên xwe didomînin.

Di vê çarçoveyê da di navbera 6-142ê îlonê da 299 koçberên bêdestûr hatin girtin, bi îdiaya ku organîzator in der heqê 15 gumanbaran da miemele dan destpêkirin.

Her wiha der barê wesayîta ku di sûc da hatiye xebitandin, xwediyên mal û otêlan û organîzatorên ku hatin tesbîtkirin da miemeleya edlî hat kirin û 135 hezar û 325 lire cezayê pere yê îdarî hat birîn.

9 wesayîtên ku di sûc da hatin xebitandin, dest danîn ser.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.