Tirkiye

Li Wanê minîbusa koçberên bêdestur welgeriya şerampolê: 12 mirî, 20 birîndar

Necmettin Karaca  | 11.07.2021 - Rojanekırın : 12.07.2021
Li Wanê minîbusa koçberên bêdestur welgeriya şerampolê: 12 mirî, 20 birîndar

Van

Li Muradiyeya navçeya Wanê minîbusa ku koçberên bêdestûr tê da bûn welgeriya, 12 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Minîbusa ku plaqeya wê 65 ER 186 bû li Taxa Yumakliyê ji ber sedemeke nediyar welgeriya şerampolê û şewat derket.

Li ser caw dayînê tîmên tenduristiyê, AFADê û cendirme hatin cihê qezayê û şewat vemirandin.

Tîman 12 cesedê koçberên bê destûr ji minîbusê derxistin, 20 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên li Wan, Ercîş û Muradiyeyê.

Qaymeqamê Muradiyeyê Erkan Savar, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Tuggeneral Yuksel Yîgît û Fermandarê Cendirmeyan yê Navçeyê Evren Kaptan hatin cihê qezayê ji wezîfedaran agahî hildan.

 

Walîtiya Wanê li ser qezaya mînîbusa koçberên bêdestûr a ku welgeriya şarampolê daxuyanî da

Walîtiya Wanê daxuyand, li navçeya Muradiyeyê mînîbusa ku koçberên bêdestûr tê da bûn, ji kontrolê derket teqle avêt û di encamê da organîzatorek û 11 koçberên bêdestûr mirin, 26 koçberên bêdestûr jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin, di nava sînorên Taxa Yumakliyê ya li ser navçeyê, mînîbusa li ser berşik S.A. qeydkirî ku plaqeya wê 65 ER 186 e, gava di rê da diçû, serî ji ajokar sitand, ji rê derket û teqle avêt.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, ekîban midaxeleyî wesayîta ku piştî qezayê agir pê ket kir û şewat hat temirandin û wiha hat gotin:

"Di kontrolên ku di nava wesayîtê da û li nexweşxaneyan hatin kirin da hat tesbîtkirin ku wesayîtê koçberên bêdestûr dibirin, di qezayê da digel organîzator Cuneyît Avar, 11 koçberên bêdestûr mirin. 26 koçberên bêdestûr ên di qezayê da birîndar bûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda. S.Ayê hat tesbîtkirin ku wesayîta bi plaqeya 65 ER 186 li ser navê wî ye, hat binçavirin. Lêpirsîna der heqê bûyerê da bi awayekî firealî didome."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Wan
Bu haberi paylaşın