Tirkiye

Li Wanê jina ducanî ji ber berf û bagerê di 3 saetan da gihandin nexweşxaneyê

Emre Ilıkan  | 20.01.2022 - Rojanekırın : 20.01.2022
Li Wanê jina ducanî ji ber berf û bagerê di 3 saetan da gihandin nexweşxaneyê

Van

 Li Tuşbaya navçeya Wanê, li taxa ku rêya wê ji ber berf û bagerê hat girtin, jina ducanî ya ku sancûyên wê yên welidînê dest pê kirin, bi xebata 3 saetan a ekîban va bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Ayşe Aytina 35 salî ya xelkê Taxa Çomakliya 30 kîlometre dûrî navçeyê, ji ber ku sancûyên wê yên welidînê dest pê kirin, malbata wê ji ekîbên tenduristiyê alîkarî xwest.

Ji ber ku rêya taxê girtî bû, ekîbên berfê yên Şaredariya Tuşbayê bo herêmê hatin veguhestin.

Ekîbên tenduristiyê yên ku di rêya bi makîneyên kar ve hatin vekirin de bi zehmetî xwe bi gund re gihandin, Aytin di encama xebata bi qasî 3 saetan dewam kir da gihandin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin, Aytin di bin kontrolê da ye û tenduristiya wê baş e.

Eqrebayên Aytinê spasiya ekîbên şaredarî û tenduristiyê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.