Tirkiye

Li Wanê hejmara malbatên ku li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin derket 30î

Mesut Varol  | 29.04.2021 - Rojanekırın : 01.05.2021
Li Wanê hejmara malbatên ku li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin derket 30î

Van

 Li Wanê hejmara malbatên ku li ber serokatiya HDPyê ya parêzgehê çalakiya rûniştinê dikin derket 30î ku HDPyê wekî berpirsiyar dibînin ku zarokên wan bi destê rêxistina terorê PKKyê hatine revandin.

Malbatên ku li ser Kolana Cumhuriyê hatin cem hev dovîzên "Dayik dê qazanc bikin, HDP dê têk biçe", "Em ewladên xwe dixwazin", "Dayikên Wanê di nobedê da ne", "Êdî bes e ji pêsîra me bikevin", "Qehr be PKK" vekirin.

Malbatan li dijî rêxistina terorê PKKyê û her wiha HDPyê durişm berz kirin û heta ber avahiyê meşiyan. Malbatan her wisa bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin.

Saliha Mert ku ji bo kurê xwe yê di 17 saliya xwe da hat revandin beşdarî çalakiyê bû, ji peyamnêrê AAyê ra got ku HDP û PKK bi salan e zarokan ji malbatên wan diqetîne û direvîne serê çiyê.

Mertê diyar kir ku ew ê dengê xwe bilind bikin ku bigihîjin zarokên xwe û wiha dewam kir, "HDPyê zarokên me ji me dizîn. Ew dizên dergûşan in. Bira dayik netirsin, dengê xwe bilind bikin. Em ji bo ewladên xwe şer bikin. Em zarokên xwe ji wan bistînin."

Nazli Sancara ku keça wê ya 13 salî revandine çiyê jî bal kişand ku ew di çalakiya xwe da bibiryar in û wiha got:

"Hejmara me roj bi roj zêde dibe. Em ji HDP û PKKyê ewladên xwe dixwazin. Pervin Buldan jî dayik e lê wijdana wê tuneye. Heger wijdana wê hebûya, dê guh bida dengê me. Bi îzna Xwedê em ê bigihîjin ewladên xwe. Ez ji vir bangî keça xwe dikim, keça min were xeyala te ew bû ku bixwînî û bibî dozger. Were bireve were û teslîm bibe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın