Tirkiye

Li Wanê ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyan berfê vediqelêşin

Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rêya cî û warên çiyayî û rêyên ku ji pal û berpalan ra derbas dibin, berfê vediqelêşin.

İbrahim Atmaca  | 20.01.2021 - Rojanekırın : 20.01.2021
Li Wanê ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyan berfê vediqelêşin

Van

 Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rêya cî û warên çiyayî û rêyên ku ji pal û berpalan ra derbas dibin, berfê vediqelêşin.

Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, li bajêr du roj in bi navber berf dibare û bager rabû û di çûyîn û hatinê da tengasî çêbû.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Karên Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rêya taxên çiyayî ku cî bi cî 2 mêtre berf lê barîne, xebat da destpêkirin.

Ekîb di sir û sermayê da şev û roj dixebitin û ekîban kesên ku di berf û bagerê da li ser rê û dirban bi wesayîtên xwe va mehsûr man jî xelas kirin. Ekîban ev kes gîhandin cihê ku wê herinê.

Şefê Şantiyeya Muradiyeyê yê Serokatiya Daîreya Karên Fenê Metîn Durmuş diyar kir, ji bo ku çûyîn û hatin nesekine ew hewildanê didin û dixebitin.

Durmuş daxuyand, ekîb di şert û mercên dijwar ên zivistanê da şev û roj dixebitin û wiha dewam kir, "Li cihên bilind qalindahiya berfê heta 2 mêtreyî dertê. Em li cihên wiha tengasiyê dikşînin. Germa hewayê nava rojê di binê sifirê da 7 pile ye, bi şev heta 20 pileyî dikeve. Em di sir û sermayê da şev û roj dixebitin."

Li gor daneyên Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê, li dirba Kirapêtê ya ser rêya Bahçesarayê (Miks) qalindahiya berfê derket 35 santêmî, li navçeya Çaldêranê derket 33 santêmî, li Navenda Kaşûnê ya Abaliyê ya li navçeya Gewaşê derket 27 santêmî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.