Li Wanê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da çek û muhîmat hatin bidestxistin
Van
Li Başkaleya navçeya Wanê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da çek û muhîmat hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, xebatên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ya dijî deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da ji bo şikeft, sitargeh û hawîngehên terorîstan bên tesbîtkirin li mezraya Maziliyê ya li Taxa Esenyamaçê operasyon hat kirin.
Di operasyonê da 2 tivingên piyadeyê yên keleş ên AK-47 û 20 û şarjorên wê, 3 bombeyên destan, lûleya tivinga bimakîne ya PKMyê, 195 fîşeng, 2 şarjorên piyadeyê yên kanas û 3 mayonên biksîyê hatin bidestxistin.