Emre Ilıkan
01 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2024
VAN (AA) - Bahçeseraya navçeya Wanê jinikeke ducanî aciz bû û ew bi ambulansa firoke gîhandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Li gor parvekirina ser hesabê medyaya civakî ya Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr, jineke ducanî li navçeyê nexweş ket û eqrebayên wê ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçeserayê.
Doxtoran li vê derê midaxaleya ewil kir û paşê seba tedqîq û tedawiya nexweşê biryara sewqkirina wê dan ku bişînin nexweşxaneya Wanê.
Li ser vê ambulansa firoke şandin navçeyê û jinika ducanî bi firokeyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.