Tirkiye

Li Wanê 47 koçberên bêdestûr hatin girtin

Necmettin Karaca  | 18.05.2022 - Rojanekırın : 18.05.2022
Li Wanê 47 koçberên bêdestûr hatin girtin

Van

 Li Erdîşa navçeya Wanê di hundirê çaviyên veşartî yên 2 otobusên rêwiyan da 47 koçberên bêdestûr hatin girtin, 3 berşik hatin binçavkirin.

Ekîbên Amîriya Koma Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê li Xaçerêya Hamuryenê ji ber gumanê, otobusên rêwiyan ên plaqeyên wan 34 FEH 614 û 34 ELR 101 in, rawestandin.

Di kontrolan da ekîban ferq kir ku di herdu otobusan da jî hejmara paldankan kêm e û li hêla paşiya otobusê çaviyên veşartî hene.

Piştî ku paldank hatin rakirin, lêgerîn hat kirin û di çaviyên veşartî da 47 koçberên bêdestûr hatin girtin ku 2 jê ji ber bêhewabûnê ji hal ketibûn.

Ajokarên otobusan M.M.T, R.T. û T.C. hatin binçavkirin.

Koçberên bêdestûr ên ku polêsan nan û av da wan, piştî miemeleyan dê bo Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Wanê bên sewqkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın