Önder Beyter
25 Sibat 2019•Rojanekirin: 26 Sibat 2019
Li Gurpinara navçeya Wanê di mînîbusekê da 44 koçberên bêdestûr ku hat tesbîtkirin dereqanûnî derbasî welêt bûne, hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariyê, ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Îpekyoluyê li xala kontrolê ya li ser rêya Wan-Hekariyê ji ber gumanê mînîbusa ku E.O. diajot sekinand.
Di mînîbusê da 44 koçberên bêdestûr ku 32 jê Efxan, 12 jê Pakistanî ne û hat tesbîtkirin dereqanûnî derbasî nava welêt bûne, hatin girtin.
Ajokar E.O. ku hat binçavkirin, bi destê dadgeha nobedar hat tewqûfkirin.
Piştî miemeleyên li ewlekariyê, biyanî radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê kirin.