06 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2019
Li Wanê di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da 3 şaredarên HDPyî yên Muradiye, Ozalp û Başkaleyê hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê dimeşîne da ji bo Yilmaz Şalanê Şaredarê Muradiyeyê, Leyla Balkana endama meclisê ya hevserok, Yakup Almaçê Şaredarê Ozalpê û Dîlan Orenciya endama meclisê ya hevserok, Erkan Acarê Şaredarê Başkaleyê biryara binçavkirinê hat dayîn.
Tîman di vê çarçoveyê da operasyon kir û şikbar binçav kirin.