Tirkiye

Li Wan û Hekariyê ji rêyên 172 tax û gundan ên ku berfê girtibûn, jê 158 hatin vekirin

Emre Ilıkan, Sayim Harmancı  | 14.12.2025 - Rojanekırın : 14.12.2025
Li Wan û Hekariyê ji rêyên 172 tax û gundan ên ku berfê girtibûn, jê 158 hatin vekirin İl Özel İdaresi

Van

Li Wan û Hekariyê rêyên 172 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin ku ji wan rêyên 158 tax û gundan hatin vekirin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li bajêr ji ber berfa ku du roj berê barî li navçeyên Baxçesaray, Çatax, Gurpinar, Îpekyolu û Sarayê rêyên 102 tax û gundan hatin girtin, lê ji bo vekirina wan xebat hatin kirin.

Piştî xebata ekîbên Serokatiya Daîreya Rêçêkirin, Parastin û Temîrê rêyên 88 wargehan hatin vekirin.

Ekîb ji bo vekirina 14 rêyên din jî dixebitin.

- Hekarî

Li gorî agahiyên Rêveberiya Taybet a Bajêr a Hekariyê, ji ber berfa ku rojek berê li bajêr barî, rêyên 70 gund û mezrayan hatin girtin ku ji bo vekirina wan xebat hat destpêkirin.

Ekîban piştî xebatê hemû rê vekirin, li ser hin rêyan jî xebata firehkirinê ya rêyan kirin.

Ekîbên şaredariyê xoyê li ser hin kolanan reşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın