Li Wan, Mûş û Hekariyê rêya 62 cî û waran hat girtin
Van
Li Wan, Mûş û Hekariyê berf û pûkê rêya 62 cî û waran girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hat dayîn, ji ber berf û bagerê li navçeyên Elbak (Başkale) û Miksê (Bahçesaray) rêya 11 niştewaran hat girtin.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Ekîbên Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejan jî li Dirba Kirapêtê xebitîn.
Qaymeqamê Miksê Harun Arslanargun çû herêmê xebatên ekîban di cî da dît.
Li Elbaka ku bi berfê spî bûye jî welatiyan berfa pêşiya kargehên xwe û berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin.
- Hekarî
Li bajêr duh baran dibarî û bişev vegerande berfê.
Bajêr bi berfê spî bû û ji ber mija ku ket jî mesafeya dîtinê kêm bû.
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, berfê rêya 13 gund û 30 mezreyan girt. Ekîbên berfê ji bo vekirina van rêyan xebat da destpêkirin.
Li navçeya Yuksekovayê jî berf ket û tengasî da kişandin.
Şêniyên navçeyê berfa ber şêmîka xwe û berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Şofêran di kaş û berkaşan da tengasî kişand.
Ekîbên berfê yên Şeftiya Şaxa 117emîn a Rêbejan berfa ser Kolana Îpek Yoluyê paqij kir.
- Mûş
Li navçeya Gimgimê (Varto) berfê rêya 8 gundan girt.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku li deverên bilind ên bajêr berf ket.
Yentur daxuyand ku berfê rêya 8 gundên Gimgimê girt û ji bo vekirina rêyan ekîb derketin qadê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
