Li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê rêya 55 tax û gundan girtî ne
Van
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê berf û bagerê rêya 55 tax û gundan girt.
Li Wanê ji ber berf, bager, sir û sermayê di çûyîn û hatinê da tengasî çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, li navenda bajêr û navçeyên wê berf û bagerê 22 taxan girt.
Ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Berf û bagerê li Hekariyê rêya 7 gundan, li Mûşê rêya 6 gundan û li Bidlîsê rêya 20 gundan girt.
Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr, ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li Mûşê germa hewayê bişev heta 25 pileyî ket binê sifirê û qismekî Çemê Mûradê qerisî.
Mij û cemedê girt ser Çemê Mûradê û werdekên beyanî yên ku hatin herêmê, dîmenên xweş derxistin holê.
Di sir û sermayê da bi çatiyan va şembelîlkên dirêj çêbûn, daran qiravî girt.