Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêya 289 cî û waran girtî ne
Van
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê berf û bagerê rêyên 289 cî û waran girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêyên 25 cî û waran girtin, ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.
- Hekarî
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, berf û bagerê rêya gundek û mezreyekê girt, ji ber rîska rabûna şepeyê ekîb nikarin van rêyan vekin, lê li gozergahên din xebatên firehkirina rêyan dewam dike.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 114emîn a Rêbejan jî di rêya Hekarî-Şirnex û Hekarî-Çukurcayê da li cihên ku şepe lê ketiye xebatên firehkirina rê dikin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku berfê rêya 128 gundan girt, ji bo vekirina rêyan ekîb li ser kar in.
Ekîbên Şaredarî û Rêbejan jî berfê paqij dikin û xoyê direşînin.
- Mûş
Li tevahiya bajêr berfê rêya 134 gundan girt. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan bê navber dixebitin.
Li Bîngol, Sêrt, Elezîz, Şirnex û Batmanê rêya 558 cih û waran girtî ye
Li Bîngol, Sêrt, Elezîz, Şirnex û Batmanê rêya 558 cih û waran ji ber berf û bagerê hat girtin.
Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, li tevahiya parêzgehê rêya 127 cih û waran ji ber berf û bagerê hat girtin.
Ji bo vekirina rêyan 110 personel bi 53 wesayîtan va xebatên xwe didomînin.
- Sêrt
Li bajêr ji ber barîna berfê li Berwariyê rêya 3 gudan, li Şêrwanê rêya 2 gundan û li Erûh û Bayqanê her yekî rêya gundekî hat girtin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.
- Elezîz
Li Elezîzê jî berf û bager tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li gorî agahiya ji Midûriyeta Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, li tevahiya parêzgehê rêya 273 gundan girtî ye û xebatên vekirina rêyan berdewam in.
- Şirnex
Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, ji ber berf û bagerê li Beytuşebabê rêya 3 gundan û li Uludereyê jî rêya gundekî hat girtin.
Xebatên rêvekirinê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û ekîbên rêbejayê didomin.
- Batman
Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, ji ber ketina berfê li tevahiya parêzgehê rêya 147 cih û waran hat girtin û xebatên vekirina rêyên girtî berdewam in.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
