Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêyên 1493 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin
Van
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber berfê rêyên 1493 tax û gundan hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, rêyên 569 tax û gundan ji ber berfa zêde hatin girtin.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Temîrkirin û Kontrolkirina Rêyan ji bo vekirina rêyên girtî, dest bi xebatan kirin.
Ekîban berfa li ser peyarêyan a navenda bajêr paqij kir û xebatên paqijkirina berfê ya li ser rêyên sereke jî domandin.
Ekîbên Midûriyeta Herêma 11emîn a Rêbejayan berfa li ser rêyên ku dikevin nav sînorên wan, paqij kirin.
Li navçeya Edremîtê qalindahiya berfê gihîşt 50 santêman, mal, wesayît û dar di bin berfê da man.
Li navçeya Erdîşê berf barî, Parka Siruştê ya Încî Kefalî ji ber berfê çîlspî bû.
Dar û berên li parkê ji ber sermayê qiravî girtin. Kesên ku çûn parkê di nav berfê da dîmenên xweş kişandin.
- Mûş
Li Mûşê ji ber berfê rêyên 333 gundan ji hatin û çûyînê ra hatin girtin.
Piştî berfa ku duh êvarê barî, di hatin û çûyînê da astengî çêbû.
Navenda bajêr ji ber berfê çîlspî bû, wesayît jî bi berfê nixumîn.
Welatiyan berfa li ser kargeh û wesayîtên xwe paqij kir.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur got ku duh li bajêr berf barî û rêyên 333 gundan hatin girtin, lê ji bo ku welatî tengasiyê nekşînin ew dixebitin ku rêyan vekin.
- Hekarî
Li bajêr berfa ku du roj in dibare, bandoreke neyînî li ser jiyana rojane dike.
Li navenda bajêr qalindahiya berfê gihîşt 20 santêman.
Esnaf û welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe û her wiha ya li ser wesayîtên xwe paqij kir.
Berfa ku carinan zêde bû, di hatin û çûyînê da tengasî derxist.
Li gorî agahiya Îdareya Taybet a Bajêr rêyên 96 gund û 205 mezreyan ji ber berfê hatin girtin û ekîb hewl didin ku rêyên girtî vekin.
Li navçeya Yuksekovayê jî ji ber berfa ku du roj in dibare, her der çîlspî bû.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr a Bidlîsê Umît Kurtkan daxuyand ku ji ber berf û bagerê li navendê û navçeyan rêyên 290 gundan hatin girtin, ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Ekîbên şaredariyê û rêbejayan berf paqij kirin û xoy reşandin.
Welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kir.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê li bajêr qalindahiya berfê gihîşt 51 santêman.
Qeymeqamê Navçeyê Saît Muhammed Bilgin û Şaredar Yahya Şam çûn serdana şantiyeya Rêveberiya Taybet a Bajêr û derbarê xebatên paqijkirina rêyan da agahî hildan.
Walîtiya Bidlîsê daxuyand ku rêyên sereke yên Bayqan-Bidlîs, Mûş-Bidlîs, Xelat-Tetwan û Reşadiye-Tetwanê ku duh ji ber berfa zêde bi awayekî demkî ji bo wesayîtên mezin hatibûn girtin, ji hatin û çûyînê ra ji nû va hatin vekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
