Tirkiye

Li Wan, Bidlîs û Hekariyê berf barî

Şener Toktaş, Nevzat Umut Uzel, Hikmet Temeş  | 16.11.2025 - Rojanekırın : 16.11.2025
Li Wan, Bidlîs û Hekariyê berf barî Şener Toktaş

Bitlis

VAN (AA) - Li Wan, Bidlîs û Hekariyê berfê tesîra xwe nîşan da.

Li Wanê sir û sermaya ku du roj e didome, li cihên bilind vegerand berfê. Bi barîna berfê ra navçeyên Başkale û Bahçesarayê spî bûn.

Welatiyên ku serê sibehê hişyar bûn û dîtin ku berf bariye, berfa li ser wesayîtên xwe paqij kir.

Li ser rêbejaya Wan-Bahçesarayê li tanga Derwazeya Karabetê, li ser rêbejaya Wan-Hekariyê jî li tanga Derwazeya Guzeldereyê ajokaran ji ber mij û berfê zehmetî kişand.

Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11em li Derwazeya Karabetê xebata avêtina berfê meşand.

Ekîbên şaredariyê jî li taxên gundewarê xebata avêtina berfê da destpêkirin.

- Bidlîs

Li Bidlîsê sermaya ku duh tesîra xwe nîşan da, serê sibehê vegerand berfê.

Bi barîna berfê ra ser wesayîtan tijî berf bû, parq spîçîl bûn.

Ji bo rewşên bilez li hin cihan ekîbên berfê di amadebaşiyê da man.

- Hekarî

Li Hekariyê jî bi barîna berfa ku bi şev dest pê kir û bi navber dewam kir, navenda bajêr spîçîl bû û her wiha ser wesayît û daran tijî berf bû.

Welatiyan jî berfa li ser wesayît û li ber kargehên xwe paqij kir.

Ekîbên Rêbejayê û Rêveberiya Taybet a Parêzgehê li ser rêyan xebata verotina berfê da destpêkirin, ekîbên trafîqê jî hişyarî dan ajokaran ku baldar bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın