Tirkiye

Li Wan û Hekariyê rêyên 82 wargehan ji ber berfê hatine girtin

Özkan Bilgin, Zafer Tayfur, Sayim Harmancı  | 27.03.2026 - Rojanekırın : 27.03.2026
Li Wan û Hekariyê rêyên 82 wargehan ji ber berfê hatine girtin Beytüşşebap İlçe Özel İdaresi

Van

Li Wan û Hekariyê rêyên 82 wargehan ji ber berfê hatine girtin.

Piştî barana ku îro serê sibehê li Wanê barî, berfê lê kir.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê, rêyên 21 wargehên li bajêr ji ber berfê hatine girtin.

Piştî berfa ku bandor li navçeya Başkaleyê jî kir, tîmên şaredariyê li kolan û rêyan xebata paqijkirinê kirin.

- Hekarî

Ji ber berfê li Hekariyê jî rê hatin girtin.

Li gorî agahiyên ji Rêveberiya Taybet ya Hekariyê hatine wergirtin, rêyên 61 wargehên li seranserê bajêr ji ber berfê hatine girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın