Li Wanê xebatên qonaxa dawîn ên rêya peravê dest pê kir

Van
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xebatên qonaxa dawî ya ji bo rêya perava Gola Wanê da destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, projeya Rêya Perava Gola Wanê ya ku ji hêla Serokatiya Daîreya Parastin û Temîrkirina Rêyan va tê rêvebirin, dewam dike.
Ekîb di astfalkirina qonaxa sêyemîn da gihîştîn xebatên dawîn.
Xebatên li qonaxa çaremîn a li ser rêyeke 6 kîlomêtroyî ya di navbera Zanîngeha Van Yuzuncu Yil û Tesîsa Parzûnkirina Ava Bermayî da dewam dikin.
Di vê qonaxê da armanc ew e ku rêya peravê ya ku berê ji hêla Şaredariya Tuşbayê va hatiye çêkirin bê firehkirin, rê bê ronîkirin û xebatên li ser saziyê bên temamkirin.
Dema ku qonaxa dawîn biqede dirêjahiya rêya peravê wê derkeve 18 kîlomêtroyan.
Di vê projeyê da xebatên peyarê, ronîkirin, rêyên meşê û duçerxeyan, çandina hêşinahiyê, qada lîstîkê ya zarokan û cihên civakî dewam dikin.
Ev rê wê sê navçeyan bigîhîne perava golê.
Rê wê ji kêleka Otela Sepandinê ya Edremîtê dest pê bike û heta Zanîngeha Yuzuncu Yilê dewam bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.