Tirkiye

Li Wanê pezkoviyên ku populasyona wan zêde bû di bin parastina ekîbên cendirmeyê da ne

- Tîma Parastina Jîngeh Siruşt û Heywanan û ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeya Gurpinarê li 30 kesên bi qaçaxî derketin nêçîra pezkoviyan, milyonek û 151 hezar û 339 lîre ceza birîn

Emre Ilıkan  | 21.07.2025 - Rojanekırın : 23.07.2025
Li Wanê pezkoviyên ku populasyona wan zêde bû di bin parastina ekîbên cendirmeyê da ne Özkan Bilgin

Van

EMRE ILIKAN - Li Gurpinara navçeya Wanê ji bo parastina pezkoviyên ku bi tedbîran va populasyona wan zêde bû, ekîbên cendirmeyê herêmê timî kontrol dikin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê ji bo parastina jiyana siruştî û astengkirina nêçîra bi qaçaxî, di xebat û fealiyetên xwe da berdewam in.

Hejmara pezkoviyên ku ji ber nêçîra zêde û bêpergal li herêmê kêm bûbû, bi saya serê tedbîran va timî zêde dibe.

Pezkoviyên ku li navçeyê li Çiyayê Paganê dijîn û bi birkî digerin, ji serê çiyayan dadikevin geliyan û li vir her wiha diçêrin û avê vedixwin.

Tîma Parastina Jîngeh Siruşt û Heywanan a Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeya Gurpinarê û ekîbên Midûriyeta Herêma 14em a Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî li herêmê timî kontrolan dikin.

Dîsa ji xeynî ekîbên fermî, xelkê deverê jî piştevaniya xebat û fealiyetên parastina pezkoviyan dike.

Ekîbên cendirmeyê bi kamerayên termal, wênegir û dronan va herêmê bi esasê 7 roj û 24 saetan kontrol dikin. Ekîban li 30 kesan milyonek û 151 hezar û 339 lîre cezayê pere birîn ku digel qedexeyê derketin nêçîra pezkoviyan.

Fermandarê Tîma Parastina Jîngeh Siruşt û Heywanan Astsûbayê Cendirme Yavuz Şahin ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wekî Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê ew gelekî giringiyê didin parastina jiyana beyanî û ji bo vê jî ew timî fealiyetên dewriyeyê dimeşînin û wiha got, "Di çarçoveya kontrol û dewriyeyan da li ser asta parêzgehê der heqê 30 kesan da miemele hat kirin û li van şexsan bi tevahî milyonek û 151 hezar û 339 lîre cezayê pere hat birîn û her wiha alav û ekîpmanên wan ên nêçîrê ji wan hatin sitandin."


​​​​​​​ Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın