26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Li Başkaleya navçeya Wanê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da gelek teqemenî û muhimat hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li navçeya Başkaleyê ji bo tesbîtkirina sitargeh û depoyên muhimatên ku PKK/KCKya rêxistina terorê di erazî da veşartine, xebat kirin.
Tîman di vê çarçoveyê da li taxa Esenyamacê nêzî goma Tulukluyê operasyon kir.
Di operasyonê da 2 teqemenî, 15 bombeyên destan, 73 kîlo amonyum nîtrat û gelek muhimat bi dest xist xistin. Melzeme li ciyê operasyonê hatin îmhekirin.
Hat gotin ji bo aramî û ewlehiyê xebatên têkoşîna dijî terorê wê bê navber dewam bikin.