Tirkiye

Li Wanê di salekî da biqasî 800 kesî dev ji cixarê berdan

Bahar Tanrıtanır  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Li Wanê di salekî da biqasî 800 kesî dev ji cixarê berdan Bahar Tanrıtanır

Van

Li Wanê ji 2 hezar û 614 kesên ku îsal serî li polîklînîkên berdana cixareyê dan 800 jê dev ji cixareyê berdan.

Li Wanê ji xebatên têkoşîna dijî cixareyê yên ku bi piştgiriya Wezareta Tenduristiyê di çarçoveya xizmetên tenduristiyê yên parêzger da hatin kirin 800 kesî dev ji cixareyê berda.

Bi saya polîklînîkên devberdana cixareyê yên li tevahiya bajêr, tîmên mobîl û xebatên sehayê biqasî 800î mirov êdî cixareyê nakşînin.

Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Op. Dr. Muhammet Tosun ji rojnamevanan ra ragihand ku ji 13 navçeyên Wanê li 11 jê polîklînîkên devjêberdana cixareyê xizmetê didin.

Tosun agahî da ku di nav îsal da 2 hezar û 614 kesan serî li polîklînîkan dan û ev gotin:

"Dermana devjêberdana cixareyê dan 1800 kesî. Ji kesên ku ji bo tedawiyê guncav bûn ji sedî 40ê wan dev ji cixareyê berdan êdî nakşînin. Bi vî awayî li bajarê me 800 welatiyên me êdî cixareyê nakşînin. "

Tosun qal kir ku tîmên mobîl li sehayê aktîf peywirê dikin û diyar kir ku ekîb li kargehan digerin û behsa zirarên cixareyê dikin, berê kesên dixwazin ku dev ji cixareyê berdin didin polîklînîk an jî wesayîtên mobîl.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın