Li Wanê di 38 tesîsan da masiyên deqsor tên xwedîkirin

Van
Li Wanê di 38 tesîsên ku nav av û bendavan hatine çêkirin da masiyên deqsor tên xwedîkirin.
Gola Wanê ya tê da masiyên încî kefalê hene di qada masîgiriyê da bi kêrî aboriya herêmê tê lewra welatî bi xwedîkirina masiyan va di çêwlikên avî da masî xwedî dikin.
Li navçeyên Gurpinar, Çatax, Ercîş, Muradiye û Bexçeserayê ji bo xwedîkirina masiyên deqsor li ser çem û bendavan tesîsên xwedîkirinê hatine avakirin. Bi piştevaniya dewlet dide va heta niha li bajêr 38 tesîs hatine avakirin û salê 3 hezar ton masiyê deqsor û 28 milyon jî masiyên çêlî tên xwedîkirin.
Ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê li qadê kar û xebatên xwe didomînin, tesîsan kontrol dikin û ji bo helkirina kêmasiyan hewl didin û xwediyên tesîsan der heqê nexweşiyên masiyan da agahdar dikin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Îbrahîm Gorentaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku av û hewaya Wanê ji bo xwedîkirina masiyan bi kêr tê û wiha domand: "Li bajêr 38 tesîs hene û lê masiyên deqsor tên xwedîkirin. Masiyên li vê derê dertên li bajarên der û dorê jî tên firotin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.