Tirkiye

Li Wanê 8 endamên şebekeya sixurên Îranê hatin girtin

İbrahim Halil Yakut  | 14.10.2021 - Rojanekırın : 15.10.2021
Li Wanê 8 endamên şebekeya sixurên Îranê hatin girtin

Van

Hat ragihandin li Wanê 8 şikbarên şebekeya sîxuran yên hewl didan eskerekî berê yê Îranî birevînin yên ji hêla Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Midûriya Ewlekariyê ya Bajêr va hatibûn girtin, şandin girtîgehê.

Li gor agahiyan jê 2 sixurên Îranê 8 kesên hewl didan eskerekî berê yê Îranî M.A. birevînin di 24ê îlona 2021î da bi operasyona hevbeş a MÎT û Ewlekariya Wanê va li ser sûc hatin girtin.

Piştî karên wan ên ewlehiyê di 4ê cotmehê da sewqî Serdozgeriya Komarê ya Wanê hatin kirin.

Di serdozgeriyê da îfadeya wan hat hildan û ew derketin pêşberî hakimtiya cezayê ya sulhê ya nobedar.

Ji ber sûcên "ji bo sûcê bikin avakirina rêxistinê" û "sixurî"yê biryar hat dayîn ku ew bên girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın