ŞANLIURFA
Li gundê Sarpdereya ku 65 kîlomêtro dûrî navenda Rihayê 200 kes lê dijîn û bi salan e li dijî kişandina cixareyê hewl didin.
Li Tirkiyeyê her diçe gel ji bo nekişandina cixareyê zêdetir li ber xwe dide. Tê gotin ku bandora verastkirinên zagonî, kontrol û xebatên perwerdeyê li ser nekişandina cixareyê heye.
Li gundekî Rihayê bi salan e ku gundî ji bo cixare neyê kişandin têdikoşin. Li gundê Sarpdereya 65 kîlomêtro dûrî navenda bajêr tu kes cixareyê nakişîne, herwiha dema ku mêvanên gundiyan tên destûrê nadin da ku mêvanên wan jî cixareyê bikşînin. Niştecihên gund dibêjin ku zagona li cih û warên girtî kişandina cixareyê qedexe dike wekî "zagoneke mûcîze" dibînin û piştgiriyê didin zagonên di vî warî de hatine amadekirin.
Ji gundiyan Mistefa Tombaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ew her çiqas ji navenda bajêr dûr bin jî girîngiyê didin paqijiya warê xwe û li tenduristiya xwe baldar in.
Tombaş got ku ew di demên dawî de li gund bi cih bûye lê ji biryara gundiyan re rêz girtiye û ew jî li gund cixareyê nakişîne.
Tombaş got ku hemû kes bi bandora neyînî ya cixareyê dizanin û wiha dewam kir: "Cixare him zirarê dide laşê însan him jî pereyê mirov bela sebeb diçe. Gundiyên me bi rastî di vê mijarê de biryardar in û bi biryar tevdigerin. Em ji kesên ku tên serdana me re jî zirarên cixareyê vedibêjin û ew jî dev ji cixareyê berdidin."
Adil Çiftçî jî got ku kalikên wî hîç cixare nekişandine û ew bi xwe jî nakşîne.
Çiftçî got zarok û nêviyên wî jî nakişînin û wiha dewam kir:
"Ji ber ku kalê min cixare nekşandiye 3 lawên wî jî di bin bandora wî de mane û nekişandine. Pişt re ev bûye tiştekî wek kevneşopiyê. Ji ber ku mezinên me cixare nekişandine ciwanên me jî li ser rêça wan çûne. Li gundê me 200 kes dijîn kes cixareyê nakşîne. "
Latif Demir got ku 15 salan cixare kişandiye lê belê piştî ku zewiciye xanima wî ji bêhna cixareyê pir aciz bûye û li ser vê dev ji cixareyê berdaye.
Demir got ji ber ku biryareke wiha daye bextewar e.