Li Tunceliyê ji ber berf û pûkê rêya 25 gundan hat girtin
Tunceli
Li Tunceliyê ji ber berf û pûkê rêya gundan ji çûn û hatinê ra hatiye girtin.
Berfa ku duh li bajêr lê kir û bi tesîr bû di jiyana rojane da bû sedema zehmetiyan.
Ji ber berf û pûkê rêya 5 gundên li ser navendê, 6 gundên li ser navçeya Xozatê, 3 gundên ser navçeya Mazgîrtê, 5 gundên ser navçeya Nazimiyeyê, gundekî li ser navçeya Pulumurê û 5 gundên li ser navçeya Pertekê ji çûn û hatinê ra girtî ne.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr a ku ji bo vekirina rêyan dest bi kar û xebatê kiribûn li ser karê xwe ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.