Tirkiye

Li Tunceliyê eskerek şehîd ket û 2 terorîstên di kategoriya gewr da bûn hatin berterefkirin

Aykut Karadağ  | 21.10.2021 - Rojanekırın : 22.10.2021
Li Tunceliyê eskerek şehîd ket û 2 terorîstên di kategoriya gewr da bûn hatin berterefkirin

Ankara

Wezîrê Karên Navweyî Suleyman Soylu diyar kir ku cendirmeyê di Operasyona Eren-7ê ya li Tunceliyê bi berterefkirina 2 terorîstan va dewam dike da giran birîndar bûbû, şehîd ket.

Wezaretê di daxuyaniya weşand da ragihand ku Cendirme Çawişê Pispor Burak Tortumluyê di operasyonna li Tunceliyê da giran birîndar bû.

Hat gotin ku eskerê birîndar bi helîkoptêrê ji herêmê hat hildan û birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Erzincanê û digel hemû mudaxaleyan bi ser xwe da nehat.

Di daxuyaniyê da ji bo eskerê şehîd rehm hat xwestin û sersaxî dan malbat û miletê welêt.

- Terorîstê personelê cendirme şehît kiribû hat berterefkirin

Di şerê qewimî da terorîst Hayrettîn Guneşê bi kodnavê "Kurtay Şerzan" ku di kategoriya gewr a Lîsteya Terorîstên lê Digerin da cî digirt hat berterefkirin û tevlî wî terorîstek din jî hat berterefkirin.

- Ji Wezîrê Karên Navxweyî peyama sersaxiyê

Wezîrê Karên Navweyî Suleyman Soylu ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam weşand û got: "Cendirmeyê me yê egît Burak Tortumluyê ku di Operasyona Eren-7ê ya li Tunceliyê bi berterefkirina 2 terorîstan va dewam dike da giran birîndar bûbû, şehîd ket. Xwedê sebrê bide malbata şehîdê me, mekanê wî cinet be înşeallah."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.