Tirkiye

Li Tunceliyê dîwarên nexweşxaneyê ji bo xwendekarên lîseyê bû tûwal

Sidar Can Eren  | 28.03.2024 - Rojanekırın : 10.04.2024
Li Tunceliyê dîwarên nexweşxaneyê ji bo xwendekarên lîseyê bû tûwal

Tunceli

 Li Tunceliyê xwendekarên Lîseya Hunerên Bedew di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî da dîwarên beşa zarokan a nexweşxaneya li bajêr bi resman va kirin dirûvekî sipehî.

Li bajêr li Lîseya Hunerên Bedew a ku li Taxa Atarukê 4 sal berê vebû, 48 xwendekar perwerdeyê dibînin û 15 mamoste jî peywirê dikin.

Li lîseya ku xwendekarên dixwazin di warê muzîk û resmê da kariyerê bikin tercih dikin, der heqê hunerên bedew da dersên teorîk û teknîkî tên dayîn.

Li lîseyê xwendekar wextê xwe bi piranî bi lêdana alavên muzîkê û çêkirina resman va derbas dikin.

Her wiha 24 xwendekarên beşa resmê jî car carî beşdariya projeyên berpirsyariya civakî dikin.

Xwendekaran bi hemahengiya Rêveberiya Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê û Rêveberiya Tenduristiyê ya Parêzgehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê xebata wenesaziyê kir.

Xwendekarên ku bi mamosteyên xwe ra hatin nexweşxaneyê, dîwarên korîdora beşa zarokan bi xêzkirina karakterên fîlmên kartonî xemilandin.

Rêveberê Lîseyê Musa Toplu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo pêşvabirina xwendekaran hemû cure hewlan didin.

Toplu anî ziman ku dîwarên nexweşxaneyê bi wêneyên ku xwendekaran xêzkirin, xemilîn û xweş bûn û got, "Dema wêneyên ku xwendekarên me xêz dikin, di jiyana rojane de xuya dikin, ev yek hêviyên wan zêdetir dike."

Ji xwendekaran Asmera Azra Yıkılmaz got, "Cihgirtina di projeyên wisa da hêviyên min zêde dikin û hê jî ji wêneyan hez dikim."

Muzeyyen Ecrin Yalçinê jî anî ziman ku bikaranîna dîwarên nexweşxaneyê weke tûwalê û wênexêzkirina ji bo zarokan wê kêfxweş dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın